Nûçeyên Iraqê

Endamê DAIŞê yê li pişt revandina dombelanfiroşan li Remadîyê tê girtin

Serkêşê koma ku çendîn Îraqî kuştin û revandin berî salekê dema ku wan dombelan kom dikirin li devera Nuxêbê, li rojavayê Îraqê, hatin girtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Pêncşemê (3yê Cotmehê) ragihand.

Tê payîn ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pişt revandinan e.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî serkêşê komê girt "piştî çend mehan ji çavdêrîkirinê".

"Lêpirsîn pê re hat kirin bo destnîşankirina hevkarên wî di operasyonan de, yên ku bûn encama kuştina neh dombelanfiroşan li biyabana Nuxêb di zistana borî de," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500