Nûçeyên Iraqê

Serkêşekî DAIŞ li Nînewe hat kuştin

Fermandarekî meydanî yê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşeke bi mûşekan de ku armanca molgehên girûpê li gundewarên Mûsil kir hat kuştin, encumena ewlekariya Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê (29ê Îlonê) got.

"Yekîneyên topxaneya Pêşmerge serkêşê DAIŞ Ebû Cerah, berpirsê devera bendava Mûsilê, di êrîşa li ser molgehên DAIŞ de li Tel Kapa, li bakûrê Mûsilê kuştin," encumenê di daxuyaniyekê de got.

"Erşed Ehmed Salih el-Obêdî, yê ku bi Ebû Cerah tê naskirin, xelkê gundê Elbû Yûsif li parêzgeha Nînewe ye," daxuyaniyê got. "Me agahî derbarê cihê wî wergirt û me wî kir armanc."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500