Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûriyê dijî DAIŞ li Helebê pêş dikeve

Hêzên rejîma Sûriyê yên ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê nêzîkî bingeheke avê ya sereke û bingeheke asmanî bûn, AFP roja (7ê Adarê) ragihand.

Bingeha avê ya Xefsa avê dide Helebê, ku niştecihên bajarê di destê rejîmê de ji dema ku DAIŞ av li wan qut kiriye bo 50 rojan bê av mane.

"Hêzên rejîmê aniha li gundewarên balfirgeha Cerah a serbazî û bajarokê Xefsa û bingeha şandina avê ne," Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

"Aniha ti gund di navbera hêzên rejîmê û bajarokê Xefsa an jî bajarokê Dêr Hafir de nemane," Rewangehê got, dema ku behsa du deverên di destê DAIŞ de dikir.

Jêderekî ewlekariya rejîmê piştrast kir ku artêşê "pêşketinên mezin" li rojhilatê parêzgeha Helebê pêk anîne, û 20 gundan û dever roja Duşemê kontrol kirin û nêzîkî "gundewarên Xefsa, û berava rojava ya çemê Firatê bû".

Êrîşa rejîmê li parêzgeha Helebê êrîşên asmanî yên giran û bombebarankirin di nav de bûn û bû sedema revîna komî ya sivîlan.

NY dibêje ku herî kêm 26,000 kes ji 25ê Sibatê ve reviyane û gelek ji wan ber bi bajarê Minbic û gundên li derdora wê ve diçin, ku di kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500