Nûçeyên Iraqê

Topbaranên rejîma Sûrîyayê dezgeheke tenduristîyê li Idlibê ji xizmetê bi dûr dixe

Êrîşeke topxaneyê dezgeheke tenduristî li bakurê-rojavayê Sûrîyayê Pêncşemê (3yê Cotmehê) armanc kir, ku ew dûrî xizmetê xist û heft kes birîndar kirin, AFP ragihand.

Rêxistina Save the Children (Parastina Zarokan) ragihand ku top li baskê başûrî yê navendeke tenduristî ketin ku ew piştevanîya wê dike li bajarokê Maeret Numan li parêzgeha Idlibê.

Rêxistinê anî ziman ku bijîşkek di nava birîndaran de ye, bêyî berpirsê êrîşê dîyar bike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku Pêncşemê êrîşên topxaneya rejîmê bajarokê Maeret Numanê armanc kir, bêyî ku ziyanan destnîşan bike.

Rêxistina Parastina Zarokan di daxuyanîyekê de got ku "navenda Maeret Numan a tenduristîyê xizmeta dora 300,000 kesên deverê dikir, bi 200 serdanên rojane, û rewşên dijwar ên bi sedan zarok û malbatên wan tîmar dikirin".

Daxuyanîyê dîyar kir ku êrîşê hişt xizmeta dezgehê raweste, lê ziyana giştî hîna ne xuyayî ye.

"Careke din, sivîl buhayê şerekî dijwar û demdirêj didin," peyvdarê Save the Children Emced Yamin anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500