Nûçeyên Iraqê

Xêrkarî: Bi hezaran zarokên DAIŞê tûşî trawmayê bûne

Bi hezaran zarokên bêwar ên ji asêgeha"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya dawî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê derketin nîşanên azara derûnî li ser wan xuya ne, Save the Cihlidren îro Çarşemê (27ê Sibatê) got.

Save the Cihldren çav li zarokan ket li kampa bêwarîyê ya Holê dema ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) şerê DAIŞê dikir li parçeyê erd ê dawî li jêr kontrola wê li el-Baxozê, AFP ragihand.

"Zarok nîşanên azara derûnî li ser wan xuya dikin, di nav wan de agirnokî, vekişîn, êrîşkirin, kabûs û nivînşilkirin, bi taybet di nav zarokên temenên wan di nav 10 û 14 salan de," Save the Children got.

Zarokên bişîr ên ku ji deverên li jêr kontrola DAIŞê reviyan "dibe ku kirarên hovane dîtibin û li jêr bombebarankirina xurt û bêparîyê jîya bin li asêgeha dawî ya li jêr kontrola rêxistinê", wê got.

"Dibe ku gelek ji wan hewcedarîya wan tendirustîya derûnî û piştgirîya derûnî-civakî hebe da ku wan ji serpêhatîyên wan sax bikin," rêxistina xêrkarî di daxuyanîyekê de got.

Save the Children got ku wê gelek rûberên kêfxweşîyê ji bo zarokan li Holê çêkirin, herwiha navendek ji bo zarokên bêdêûbav.

Lê "gelek xebat tên xwestin da alîkaîyê bikin ku ev zarok bi ser xwe ve werin", birêvebera bersivdanê ya Save the Children, Sonya Xuş got. "Di nav wan xebatan de temwîlkirin û ku karibin bigihin û haletan çareser bikin û xizmetguzarîyên parêzî dabîn bikin û di warê zarokên biyanî de wan vegerînin welatên wan ên resen."

Xêrkarî dibêje ku bêtirî 2,500 zarokên biyanî ji 30 welatan, di nav awn 1,100 ên ku ji el-Baxozê reviyan ji Kanûna Duwem ve, aniha di sê kampên bêwarîyê de li bakur û rojhilatê Sûrîyayê dijîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500