Nûçeyên Iraqê

Îraq dest bi derxistina termên ku tê payîn yên Kurdên ku Sedam ew kuştin dike

Îraqê Sêşemê (23yê Tîrmehê) dest bi derxistina kelaşên bi dehên qurbanîyan kir, di nav wan de yên zarokan, yên ku tê payîn ew di pêngava dîktatorê berê Sedam Husên a li dijî Kurdan de hatibin kuştin, berpirsekî warê tawanzanîya bijîşkî ji AFP re ragihand.

Goristana komî li Tel Şêxiyayê hatiye dîtin, dora 300 kîlometran li başûrê Bexdayê, Zayid Yûsiv, serokê Birêveberêya Tawanzanîya Bijîşkî ya Bexdayê, ya erkdar bi destnîşankirina kelaşan, ragihand.

"Bêhtir ji 70 terman, ku yên jin û zarok, ji dergûşan heta bi temê 10 salan, di nav wan de ne" hatine derxistin, Yûsiv got.

Wî got ku ev term ji çîna serrûyî ya cih hatine derxistin, lê "dibe ku çîneke din a kûrtir hebe" ku termên bêhtir tê de bin.

Yûsiv eşkere kir ku "belgeyên hatin komkirin nîşan didin ku ew bi awayekî giştî di sala 1988an de hatine binaxkirin," ev yek jî hevdem e ligel pêngava "Enfalê" ya hovane ya ku Sedam li dijî Kurdên Îraqê pêk anîbû.

Operasyon di salên 1987 û1988an de pêk hatibû û bûbû encama kuştina180,000 Kurdan û wêrankirina 3,000 gundan.

"Qurbanîyên jin çavgirtî bûn û gule berdabûn serê wan, lê şûnên guleyan li ser beşên cuda yên laşên wan hebûn, ku nîşan e ew bêserûber hatine gulebarankirin," Yûsiv got.

Goristana bi komel li başûrê parêzgeha Musenayê ye, ya ku herwiha zindana kampa serbazî ya Nigrat Selman ya bi xerabîya xwe bi navûdeng bû vedihewîne.

Gelek Kurd û dijberên siyasî yên rejîma berê li wir hatibûn girtin, û kesên bi saxî jê derketine qala zelîlkirin, destdirêjîkirin û girtina zarokan kirin di şehdebûna xwe de di çarçoveya dadgehkirina Sedam de sala 2006an.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500