Nûçeyên Iraqê

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî serkirdeyê milîsekê ku banga jihevxistina artêşê dikir dadgeh dike

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Pêncşemê (15ê Tebaxê) dê dozeke qanûnî li dijî serkirdeyekî milîsa Hereket Nuceba ya bi piştevanîya Îranê veke piştî wî banga jihevxistina artêşa Îraqî kir.

Wezaretê got ku Yûsiv Nasirî, sekreterê giştî yê Meclisa Şûraya Zanayan a Hereket Nuceba, banga jihevxistina artêşê dikir û endamên wî bi çeteyan bi nav kirin.

Wezaretê di daxuyanîyê de ragihand ku "em bang li xelkên Îraqê dikin ku ligel hemû şaxên artêşa Îraqî bisekinin û hesab ji hemû kesên ku artêşa me ya qehreman biçûk dikin bixwazin," û wê teqezî li ser rola artêşê ya mezin di rizgarkirina Îraqêde ji komên terorîst kir.

Daxuyanîyê teqez kir ku artêş dê Nasirî ji ber banga wî bo belavkirin û jihevxitina artêşê û ji ber bikaranîna wî ji zimanekî "ku layiqê qehremanîya artêşê" li ser kenaleke televîzyonê dadgeh bike.

Daxuyanîyê wiha dewam kir "dezgeha serbazî semamekî ewlehî û dîwarekî asê ye ku dewleta Îraqî xwe dispêrê wê û xelkê Îraqê wê weke mertalekî dibînin".

Wê dîyar kir ku artêşa Îraqî "artêşeke niştîmanî ye ku tu al ji bilî ya Îraqê hilnedaye."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500