Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî serkirdîyekî DAIŞê li rojhilatê Mûsilê digirin

Hêzên Îraqî serkirdeyekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê girtin, Wezareta Berevanîyê roja Yekşemê (19ê Gulanê) ragihand.

"Li gorî xeberlêdanine pêşwext ji alîyê niştecihên xwecihî ve, hêzên Îraqî yên taybet serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Cîhad Ensarî tê naskirin girtin, yê ku weke emîrê Ketîba Hawinê li Newala Nînewayê dixebitî," wezaretê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê dîyar kir ku "girtin li rojhilatê Mûsilê pêk hat, ku ew di hundirê avahîyeke niştecihî de hat dîtin," daxuyanîyê anî ziman jî ku berî Ensarî pir li ber xwe dida bo neyê naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500