Nûçeyên Iraqê

4 endamên DAIŞê li Nînewayê tên girtin

Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonên cuda de li parêzgeha Nînewayê di nava 48 demjimêran de hatin girtin, polîsê Îraqî Pêncşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

"Hêzên hevbeş çar endamên DAIŞê girtin, di nav de Hesen Smaîl, serkirdeyekî peybilind ê bi navê Ebû Ehmed Ensarî tê naskirin ku tilîya wî di tawanên qirêj ên li dijî sivîlan di navbera 2014 û 2017an de hebû," serokê polîsê Nînewayê emîd Hamid Namis Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

Cibûrî dîyar kir ku "herçar milîtan, ku li jêr navên sexte tevdigerîyan, li deverine cuda hatin girtin bi saya hevahengîya xelkê û agahîyên hewalgirîyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500