Nûçeyên Iraqê

21 Êzidîyên ku li Sûrîyayê li cem DAIŞê girtîbûn vedigerin Şengalê

Îraqê vê dawîyê 21 Êzidîyên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn revandin û li Sûrîyayê girtîbûn wergirtin, berpirsekî Wezareta Hundir a Îraqî Sêşemê ji Diyaruna re got.

Panzdeh jin û şeş zarok ên ku ji hêla DAIŞê li Baxoza Sûrîyayê girtîbûn vegerîyan welatê xwe Şengalê vê heftîyê bi saya hevkarîya xebatên hevpeymanîya navdewletî," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen got.

Maen dîyar kir ku "hêzên Îraqî hevkarîya xwe bi ajansên NY û yên navdewletî yên cihêreng re berdewam dike daku Êzidîyên girtî yên mayî vegerînin."

Maen anî ziman ku "xebatên dawî hiştin dora 60 girtî serbest werin berdan, û em hêvî dikin ku em dê bêhtir bibînin çi ku aniha DAIŞ li dawîn asêgeha xwe li Sûrîyayê têk çû."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500