Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 endamên DAIŞê li Bexdayê digirin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), di nav de yekî dihat xwestin ji ber "gelek tawanan", li Bexdayê hatin girtin, Wezareta Hundir a Îraqî roja Sêşemê (8ê Kanûna Duyem) ragihand.

"Hêzeke operasyonên taybet duh operasyoneke di asteke bilind de pêk anî û du enadmên DAIŞê li rojava û bakurê Bexdayê girtin, endamên ku hevkarîya DAIŞê dikirin di heyama kontrola rêxistinê de li ser bajarinan li rojavayê Îraqê," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen wiha ji Diyaruna re got.

Maen dîyar kir ku "yek ji wan ji ber gelek tawanan tê xwestin."

Maen got ku "ew di rêya çavdêrîyeke ewlehî hatin naskirin û herwiha bi saya xizmên sûcdarekî ji wan, ên ku ji ber tawanên wî xwe jê berî kiribûn."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500