Hêzên Îraqî hejmarek malên vehewanê û tunêlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê parêzgeha Kerkûkê wêran kirin, Polîsê Federal ê Îraqî îroj Sêşemê (28ê Tebaxê) ragihand.
"Hêzên Firqeya 5emîn operasyonine berfireh pêk anîn bo li endamine terorîst bigerin li gundên Qutan Kebîr û Qutan Sexîr, û li quntarên Bilindahîyên Herbatê û deverên derdorê," Polîsê Federal di daxuyanîyekê de got.
Daxuyanîyê anî ziman ku "gelek malên vehewanê û tunêlên DAIŞê hatine wêrankirin, hejmarek ji mayînan hatin rakrin û çek û teqemenîyên cihêreng hatin desteserkirin."
Rast e!
BERSIV BIDE1 KOMÊNT