Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî veşartgehine DAIŞê li Selahedînê wêran dikin

Hêzên Îraqî du malên vehewanê yên "Dewlata Îslamî" (DAIŞ) û şeş tunêl li Parêzgeha Selahedînê wêran kirin, Wezareta Berevanîyê îroj Çarşemê (23ê Gulanê) ragihand.

Hêzên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê operasyoneke lêgerînê ji du teweran ve pêk anîn, berdevkê wezaretê emîd Yehya Resûl di daxuyanîyekê de ragihand.

Wî got ku lêgerînek li nêzî Koşka Serokatîyê li Mekhûlê dest pê kir û ber bi Fathayê ve çû, û lêgerîna din jî li dirêjahîya Çemê Dicleyê heta bi Fathayê dirêj kir.

"Du malên vehewanê û şeş tunêlên ku DAIŞê bikar tanîn di operasyonê de hatin rûxandin," Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500