Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî yazdeh tundrewan li Enbarê dikujin

Yazdeh endamên "Dewleta Îslamî" di gelek operasyonan de di van her sê rojên borî de li deverên cuda li bajar û biyabana Enbarê hatin kuştin, lîwa Hadî Kesar Erzayic îro Înê (6ê Tîrmehê) eşkere kir.

"Hêzên hevbeş 13 operasyonên ewlekarî cîbicî kirin û 11 terorîst di şerên başûrê Remadîyê û rojhilatê Felûcayê de hatin kuştin," wî ji Diyaruna re got.

Gelek çek hatin destserkrin û herwiha heşt veşartgehên DAIŞê û baregehên raz di heman operasyonan de hatin wêrankirin.

Wî got ku piranîya opersyonan bi alîkarîya niştecîyên xwecihî û cotkarên gundên rojhilatê Felûcayê hatin cîbicîkirin.

"Ev destketineke mezin e, ji ber ku berdewamîya alîkarîya welatîyan bi hêzên ewlekarîyê re tê wateya ku terorîzm dê careke din venegere," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500