Nûçeyên Iraqê

6 endamên DAIŞê li Samerayê tên kuştin

Şeş endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke hevbeş de li Ferhatîyayê li başûr-rojavayê Samerayê hatin kuştin, sibehê zû îroj Duşemê (18ê Hezîranê), fermandarîya operasyonên Samerayê ragihand.

Hêzên Hevbeş bi her şeş çekdararan re pevçûn zêdeyî 30 xulekan berî kuştina wan, berdevkê fermandarîyê eqîd Ehmed Efet ji Diyaruna re eşkere kir.

"Çek, bobmeyên bidestçêkirî, teqemenî, cebirxane, laptop, telefonên dest û qasek ji pereyan bi diravên biyanî hatin desteserkirin," wî got.

"yek ji çekdaran, ku hemû Îraqî ne û ji ber tawanên têkildarî terorê tên xwestin, endamekî payebilind ê DAIŞê ye,"

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500