Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq soz dide ku ''bi tundî" bersiva êrîşa DAIŞê li ser serkirdeyên ewlehî li Samerayê bide

Xalid Taî

Merasîmeke bixaksipartina fermandarê Firqeya 4ê ya Polîsê Federal lîwa Elî Kazim Nasir Lamî li Bexdayê roja 22yê Cotmehê hat lidarxistin, yê ku paşmahîyên DAIŞê ew li Samerayê kuştibûn. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Merasîmeke bixaksipartina fermandarê Firqeya 4ê ya Polîsê Federal lîwa Elî Kazim Nasir Lamî li Bexdayê roja 22yê Cotmehê hat lidarxistin, yê ku paşmahîyên DAIŞê ew li Samerayê kuştibûn. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî soz dan ku bi "tundî" bersiva paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bidin piştî ku du Fermandar li parêzgeha selahedînê roja Sêşemê (22yê Cotmehê) hatin kuştin, berpirsekî ji Diyaruna re ragihand.

Fermandarê Firqeya 4ê ya Polîsê Federal, lîwa Elî Kazim Nasir Lamî, û berpisê operasyonên firqeyê, lîwa Muhemed Elawî, ligel herî kêm çar xebatkarên ewlekarîyê hatin kuştin, li gorî medyaya navxweyî.

Wan efseran misyoneke koleçanê li deverê pêk tanî dema ku karwanê wan bû armanca kemîneke paşmahîyên DAŞê li Sûr Şanasê, ku deveke çandinîyê ye li dirêjahîya Çemê Diclayê, 20 kîlometreyan li bakurê Samerayê.

"Terorîstên DAIŞê karwana Firqeya 4ê gulebaran kirin û pevçûn qewimîn û di encamê de Lamî mir û hejmarek ji parêzvanên wî hatin kuştin û birîndar bûn," qayimmeqamê Samerayê Mehmûd Xelef ji Diyaruna re Çarşemê ragihand.

Lîwa Elî Lamî serdana xalên pişkinînê li bakurê Samerayê dike di 14ê Tebaxê de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Lîwa Elî Lamî serdana xalên pişkinînê li bakurê Samerayê dike di 14ê Tebaxê de. [Wêne ji Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Xelef got ku devera bûyer lê qewimîye, ku bi navê Zewrayê tê naskirin, "bûye meydana çalakîyên pir ên polîs bo nehiştina paşmahîyên DAIŞê yên ku xwe li dehlên himbiz li beravên Diclayê vedişêrin".

Di bersiva êrîşê de, hêzên Îraqî ligel balefirên şer ên Îraqî û Hevpeymanîyê operasyoneke serbazî Çarşemê dest pê kirin li deverên Buzul, Muteybica, Gola Sersar, Ebasiya, Qesir el-Aşiq, û Sira Declayê li nêzî Samerayê.

"Hêzên hevbeş li van deveran li paşmahîyên DAIŞê yên li pişt êrîşa duho digerin," peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Samerayê eqîd Muhemed Refat Samarayî ji Diyaruna re ragihand.

Wî eşkere kir ku heta aniha şeş gumanbar hatine girtin, û da zanîn ku şenî hevkarîyê bi hêzên Îraqî re dikin.

"Şervanekî mêrxas û şehreza bû"

Xelef got ku êrîşa dawî "nayê wateya ku tevgerên terorî yên dijwar ku gefê li ewlehîyê dikin hene", û teqez kir ku hejmara paşmahîyên DAIŞê li van deveran pir kêm e.

Wî got ku dê bersiva hêzên ewlekarîyê li hember vê tawanê "tund be", û "ew dê rihet nebin heta ku tol ji tawakaran neyê kirin û em ji paşmahîyên terorê xelas nebin".

Xelef got ku berî mirina wî, Lamî operesyoneke ewlekarî li dijî DAIŞê bi rê ve dibir li deverên bakurê Samerayê yên di navbera Mukêşfa heta başûrê Tikrîtê û wî alîkarî kir di arastekirina "derbeyên dijwar de li ser bermahîyên dijmin".

Wî got ku Lamî "şervanekî mêrxas û şehreza bû" ku alîkarî di bicihanîna serkefitinê li dijî DAIŞê kir di şerê rizgarkirina Mûsilê de.

Xelef got ku piştî ku şer bi dawî bû, Lamî vegerîya bajarê xwe Samerayê cihê ku wî bi awayekî çalak di derkirina bermayîyên DAIŞê de û belavkirina ewlehîyê de beşdar bû.

Ezayek êvara Sêşemê li baregeha polîsê federal li Bexdayê hat lidarxistin, ku hejmareke mezin ji berpirsan tê de amade bûn, bi birêveberîya Wezîrê karê Hundir Yasîn Tahir Yasirî.

Yasirî pesinê mirxasîya Lamî da, û teqez kir ku girîng e em karê wî di şerê komên tundrew de berdewam bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500