Nûçeyên Iraqê

9 kesên Sûrî li Turkîyayê noq dibin 7 ji wan zarok in

Neh penaberên Sûrî, heft ji wan zarok in, roja Yekşemê (3ê Hezîranê) noq bûn gava ku qeyika wan ya bilez li beramberî berava Turkîyê ya navendî xor bû, AFP ragihand.

Qeyik teşqele li devera Dêmrê ya parêzgeha Antalyayê ya li Deryaya Spî dinere çêkir, ew jî devereke bi geştîyarîyê navdar e, ajansa Anadolê ragihand.

Ajansê got ku jinek, zilamek û heft zarok jîyana xwe ji dest dan di qezayekê de, anî ziman jî ku mezintirîn zarok 14 salî bû û yê biçûk sê salî bû.

Şeş kesên gihayî hatin rizgarkirin

Ajansa Dogan got ku girûp bi awayekî ne rewa berê xwe dida Ewrupayê, lê rêya wan a plankirî bi xar belî nebû.

Nêzîktirîn herêmên Yekîtîya Ewropayê girava Yonanî Kastelorizo ya piçûk e, ew li alîyê rojava ku li havîngeha Kas a Turkî dinere.

Ajansa Anadolê got ku du hevjînên ku hatin rizgarkirin pênc zarokên xwe di bobelatê de winda kirin.

Li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê, 10,948 kes îsal di Yonanê re derbas bûn ta 30yê Gulanê, ew hejmar jî ji ya heman demê di 2017an bêhtir e.

Sî û pênc kes jîyana xwe di vê rêyê de îsal ji dest dan, Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê dibêje.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500