Nûçeyên Iraqê

Lêkolînvanên êrîşa kîmawî derbasî Dûmaya Sûrîyayê dibin û têkildarî lêkolînan bi tirs in

Lêkolînvanine navdewletî Sêşemê (17ê Nîsanê) derbasî bajarê Sûrîyayê ya ku tê angeştkirin bi kîmawî hatibû lêxistin, piştî çend rojan ji derengîyê û agadarîyên ji alîyê Hêzên Rojavayî ve ku eger heye ku hinek belgeyên girîng werin hilanîn, AFP ragihand.

Êrîşa gumankirî ya bi gazê di 7ê Nîsanê de li ser Dûmayê, li nêzî Şamê, tê gotin bêtir ji 40 kesî kuştin û hêzên Rojavayî rejîma serokê Sûrîyayê Beşar Esed tawanbar kirin.

Weke bersiv, Amêrîka, Fransa û Berîtanyayê êrîşên asmanî yên moşekî yên ne rabirde li ser sazîyên leşkerî yên Sûrîyayî berî berbanga Şemîyê, pêk anîn.

Xebîrine ji komîteya çekên kîmawî derbasî bajarê Dûmayê dibin, Ajnsa Nûçeya ya SANA ya ser bi hikûmetê ve weha ragihand, îşaret bi Rêxistina Qedexekirina çekên kîmawî (OPCW) kir.

Lêkolînvan gihan Şamê di roja êrîşên asmanî yên Rojavayî de, lê nehat hiştin ku derbasî Dûmayê bibin

Fransa û Amêrîkayê li mebesta vê yekê dipirisin, û agadar dikin ku eger heye ku belgeyên têkildarî tawanbariyê hatibin rahiştin.

"Egereke mezin e heye ku belge û tiştên sereke werin windakirin ji deverên ku li jêr kontrola artêşên Sûrî û Rûsî ne", Wezareta Derve ya Fransayê, ragihand.

Balyozê Amêrkayî ji sazûmenîya qedexekirina çekên kîmawî OPCW re, Ken Ward, Duşemê angaşt kir ku Rûs serlêdana wê deverê kiribûn û "dibe hinek destkarî kirine ".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500