Nûçeyên Iraqê

7 serkêşên DAIŞê bi mirinê hatin dadgehkirin

Dadgeha tawanan a Nînewayê Duşemê (9ê Nîsanê) heft serkêşên berz ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi mirinê ceza kirin piştî mukurhatinên wan bi encamdayîna 200 sêdarekirinên komî li parêzgeha Îraqî.

Hukim hatin birîn li " ser bingeha şehadetan û lêpirsînên berfireh ên piştrast kirin ku wan [gunehkaran] zêdetir ji 200 sêdarekirinan derheq sivîlên bêsûc encam dane li parêzgehê ji dema ku DAIŞê Mûsil kontrol kir roja 10ê Hezîrana 2014an", serokê dadgeha tawanan a Nînewayê, Dadwer Mihemed Bedranî ragihand.

"Dadgeh hîna lêpirsînê bi 400 endamên DAIŞê re dike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500