Nûçeyên Iraqê

Penaberên Sûrî dozekê li Dadgeha Tawanan a Cîhanî li dijî rejîmê vedikin

Hejmarek ji penaberên Sûrî roja Pêncşemê (7ê Adarê) ji Dadgeha Tawanan a Cîhanî xwestin ku dozekê li dijî rejîma Sûrî veke ji ber tawanên li dijî mirovahîyê yên di şerê li dar de hatin kirin, AFP ragihand.

Doza li dijî serokê Sûrîyayê Beşar Esed ji alîyê parêzezin Brîtanî ve ku nûneratîya 28 penaberan dikin hatiye vekirin, penaberên ku aniha li Urdinê ne.

Sûrîya li ser peymana Dadgeha Tawanan a Cîhanî wajû nekiriye, lê Urdinê wajû kiriye. Parêzer li ser esasê doza penaberên Rohingya yên ji Myanmarê yên ku ji Bengladişê revîyan li dadgehê mucadele dikin û dibêjin ku rewşa Sûrîyan jî xwedan heman prensîpên yasayî ye.

"Dadgeha Tawanan a Cîhanî peyda bûye bo misogerkirina dadwerîyê ji qurbanîyên ku rastî tawanên navdewletî hatine re" Rodney Dixon ji kompanîya parêzeran li Londonê bi navê Stoke White ragihand, paş ku wî peyamek ji dadgehê re li Lahayî şand.

"Wa şerê wêranker ê li Sûrîyayê derbasî sala xwe ya nihemîn dibe û hîn jî kes ji ber bi sedên hezarên tawanên li dijî sivîlan nehatiye cezakirin," wî got.

"Ev doz fereceke baş e ji qurbanîyên Sûrî re," wî anî ziman. "Dergehekî dozgirî hat vekirin bo dozgirê Dadgeha Tawanan a Cîhanî bo lêpirsînkirinê bi sûcdarên herî berpirs re."

Parêzeran got ku dê doz giranîyê bide êrîşên pir berfireh û tawanên li dijî xelkê sivîl li Sûrîyayê, di nav deeşkence, tecawiza seksî, êrîşên kîmawî û nebedîkirinan.

Roja Dueşmê Yekîtîya Ewropayê navên Wezîrê Hundir ê Sûrîyayê Mihemed Xalid Rehmûn û şeş wezîrên nû li ser lîsteya sizayan zêde kirin, ji ber rola wan di "tundîyê" de li dijî sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500