Nûçeyên Iraqê

5 çekdarên DAIŞ li başûrê Mûsilê hatin kuştin

Hêzên Îraqî pênc çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyonekê de li Hemam Elîl, 20 kîlometran li başûrê Mûsilê, roja Duşemê (5ê Sibatê) kuştin, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Sêşemê ragihand.

Hêzên çekdar paneleke bi şanên rojê bikar anîn ji bo şarjkirina mobîlan li devereke çandiniyê li gundê Hafî li Hemam Elîl û lêgerînê pêk anîn ku şaneyeke pênc-endamî ya DAIŞ girt, fermandar, lîwa Necmedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Cihê veşargeheke jêrerdê ku ji pênc çekdarên DAIŞ pêk tê hat destnîşankirin ku bo demekê li wir dijiyan, panelên li ser hêza rojê bikar tanîn ji bo xwarinçêkirin û germkirinê," wî got.

Pevçûn bûn encama kuştina her pênc çekdaran piştî ku qenûl nekirin ku teslîm bibin, û dest hat danîn ser çek, bombe û teqemeniyên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500