Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêniyê Mûsilê ligel DAIŞ pev diçin bi nêzîkbûna artêşa Iraqî

Xalid el-Taî

Fermandarê Operasyonên Neynewa Lîwa Mecim el-Cibûrî û efserên serbazî yên din nîşana serkeftinê bilind dikin piştî vekirina pira daleqandî li el-Geyara li başûrê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebook ya el-Cibûrî]

Fermandarê Operasyonên Neynewa Lîwa Mecim el-Cibûrî û efserên serbazî yên din nîşana serkeftinê bilind dikin piştî vekirina pira daleqandî li el-Geyara li başûrê Mûsilê. [Wêne ji rûpela Facebook ya el-Cibûrî]

Di dema ku hêzên Iraqî nêzîkî gundewarên Mûsilê dibin de, serhildanên cemawerî li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li beşên cuda yên bajêr hene.

Berpirsên xwecihî roja Duşemê (18'ê Tîrmehê) piştrast kirin ku pevçûnên dijwar vê dawiyê li başûrê Mûsiê navbera endamên DAIŞ û bi sedên xortên li dijî girûpê derketin.

Li gorî endamê encumena parêzgeha Neynewa Ebdulrehman el-Wekaa, bûyer destpêkê li devera el-Geyara derketin, ku hejmarek ji xortan agir berdane malên endamên DAIŞ, û piştre li devera Hemam el-Elîl belav bûn ku pevçûnên çekdarî çêbûn.

"Xortên şoreşger gelek terorîst neçar kirin ku vegerin û xwe ji meydana şer vekşînin," el-Wekaa ji Diyaruna re got.

"Mesele ji kontrola DAIŞ derketine, ku niha di rewşa qelsbûneke rasteqîn de ye," wî got. "Desthilat û bandora DAIŞ li ser xelkê nav el-Geyara û Hemam el-Elîl de gelekî kêm bûye."

Xelk êdî gelek hukm û fetwayên DAIŞ li bajêr piştguh dixin, wî got, "ji ber ku zilam dest bi kişandina çixareyan di nav xelkê de kirine û cilên ku ji aliyê DAIŞ ve li ser wan hatine ferzkirin nema li xwe dikin, û jinan nîqab ji xwe kirine".

Pêşketina hêzên ewlekariyê ji aliyê başûr ve û gihiştina wan bo gundewarên el-Geyara xelk han dane ku çekan hilbigrin û li dijî DAIŞ serî hildin, wî got.

Xelk dixwazin tolê hildin

Endamê encumena parêzgeha Neynewa Elî Xudeyir got ku serhildana ji aliyê xelkê li el-Geyara û Hemam el-Elîl "nameyeke piştgiriya exlaqî ji hêzên hikûmî re ye ku ew ber bi Mûsilê ve pêşve diçin".

Dema ku artêş gihişte gundewarên bajêr, xelkê baregehên DAIŞ şewitand, ketin di pevçûnên çekdarî de ligel çekdarên DAIŞ û gelek ji wan neçar kirin ku birevin, Xudeyir got.

DAIŞê "gelek tadayî û zordariya ji hemû cureyan gihande xelkê, û ne kêmî 5,000 kesan di herdu salên borî de tenê li deverên başûrê Mûsilê kuştin", Xudeyir ji Diyaruna re got.

"Girûpa terorîst herwiha girtinên bi kom û zêdegavî derheqê xelkê pêk anî ji bo wan bitirsîne û desthilata xwe li ser wan ferz bike," wî got. "Xelk niha dixwaze tolê hilde û ji hêzên rizgarker re piştrast bike ku ew hebûna DAIŞ red dikin û dê tiştê ku ji wan tê bikin ji bo hevkariyê di derxistina endamên wê de ji deverên xwe."

Hêzên Iraqî niha li gundê Hec Elî hatine bicihkirin, wî got, ku tenê pênc kîlometran ji el-Geyara û 60 kîlometran ji navenda Mûsilê dûr e.

Xudeyir tirsa xwe ji egera ku DAIŞ karên hovane pêk bîne ji bo jinavbirina serhildanê nîşan da, û bang li hêzên hikûmetê kir ku bilez tevbigerin û girûpê derxin.

Alên Iraqî li Mûsilê tên dîtin

Mihemed el-Beyatî, ku rojnamevanekî ji parêzgeha Neynewa ye û di radyoya el-Xed de weke prodûser û mêvandar kar dike, anî ziman ku bandora DAIŞ li Hemam el-Elîl gelekî kêm bûye.

"Li gorî agahiyên ku min ji çavkaniyên xwecihî wergirtine, endamên DAIŞên Iraqî û biyanî ligel malbatên xwe ji deverê derketine, û tenê hejmareke biçûk ji çekdarên ku piraniya wan yên herêmî ne mane," wî ji Diyaruna re got.

"Alên Iraqî niha li ser avahiyên giştî û malên xelkê li ber çavê [çekdarên] DAIŞ yên mayî hatine bilindkirin û ew ditirsin rûbirûyî hêrsa xelkê bibin," wî got.

Pêla hêrs û serhildanê li piraniya deverên Mûsilê belav bûye û ne tenê li el-Geyara û Hemam el-Elîl, berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê Seîd Memûzînî got.

Şêniyan sloganan li ser dîwaran dinivîsin û tê de DAIŞ şermezar dikin û herwiha belavokan belav dikin ku di wan de bang li xelkê Mûsilê dikin ku li dijî wan serî hildin, wî got.

Memûzînî behsa bûyerekê kir ku di çend rojên borî de li nazareke navçeya el-Temîm a Mûsilê çêbûye, ku hejmarek ji çekdarên DAIŞ avêtin ser dikanekê û dest danîn ser alaveke satelîtê.

"Endamên DAIŞ rastî kevirbaraneke ji her alî ji aliyê çend jinan ve ku ji karê hovane yê terorîstan aciz bûn hatin," wî ji Diyaruna re got.

"Ev bûyer asta qelsbûna DAIŞ nîşan dide," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500