Nûçeyên Iraqê

Banka navdewletî çareserkirina kêşeyên ava Bexdayê dide ser milê xwe

Tora ava paytexta Îraqî ya li ber têkçûyînê dê bi projeyeke Banka Navdewletî ya bi $210 milyonan were çakirin bi armanca rûbirûbûyîna kêmbûyîna avê û belavbûna nexweşiyan, AFP îro Pêncşemê (1ê Sibatê) got.

Pêşbînî heye ku pênc mîlyon kes ji vî karî sûd bigirin, karê ku hingavên rawestandina karîzên Bexdayê bi sarincê dihewîne, Bankê di daxuyaniyekê de roja Çarşemê got.

Depoyeke dora 135,000 metrên sê car dê alîkariya bajar bikin di rûbirûbûyîna ziwahiya girêdayî seqayê.

Rawestgehên pempkirina ava sarincê dê bên nûjenkirin bo kêmkirina xeteriyên tenduristîyê ji ber herikîna karîzên ne çarekirî bo nav çemê Diclayê, û dora 130 kîlometran ji tora belavkirina dê bê veguherîn.

"Ava vexwarinê û sarinc bandoriya wan a yekser û serekî li ser kuwalîtiya jiyan welatiyan heye," qayimeqamê Bexdayê Zikra Elûş di daxuyaniyekê de got.

"Me soz daye ku xizmetguzariyên giştî ji şêniyên Bexdayê re baştir bikin û zehmetiyên rojane di xwezêdekirina bi ava pak û tenduristî de ya welatî dikşênin kêm bikin."

Salên şer bandoreke mezin li ser jêrxaneya paytextê kir, paytexa ku şêniyên wê 45% zêde bûne di sê salan de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500