Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li bajarên rojavayî yên Enbarê xizmetguzarî tên misogerkirin

Xalid Ta'î

Karkek jeneratorekî li bajarê Enahê yê dikeve rojavayê Enbarê de çak dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Belavkirina Kehrebê hatiye wergirtin]

Karkek jeneratorekî li bajarê Enahê yê dikeve rojavayê Enbarê de çak dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Belavkirina Kehrebê hatiye wergirtin]

Encumna parêzgeha Enbarê xizmetguzariyên giştî êdî berdest kirine li bajarên serekê yên rojavayî Anah, Rawa û Qaim, berpirsiyaran ji Diyaruna re eşkere kir.

Wan got ku gelek projeyên jêrxaneyêdi demeke pir kurt de hatin temamkirin.

Li Enahê, a ku meha Îlonê ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hat derxistin, piraniya xizmetguzariyên bingehîn êdî li berdest in.

"Xebatên nûkirinê hatin destpêkirin herçawa bajar hat rizgarkirin," parêzgarê Enahê, Ebdul Kerîm Anî ji Diyaruna re got. "Ji wê demê de, em di pêşbaziyê de bûn li gel demê daku hemû xizmetguzariyên têkçûyî amade bikin."

Otombîleke kar kavilan ji kolanên Rewayê radike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Belavkirina Kehrebê hatiye wergirtin]

Otombîleke kar kavilan ji kolanên Rewayê radike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Rêveberiya Belavkirina Kehrebê hatiye wergirtin]

Wî got ku wize hat paydakirin piştî ku jeneratorên nû hatin danîn, û tora kehrebê ji aliyê andazyarên Hedîsayê ve hatin çekirin.

"Xizmetguzariyên avê li Enahê bi giranî nehatibûn têkçûn û aniha ew berdest in," Anî got.

Wî got ku pênc dibistanên hatin rûxandin di cenga li dijî DAIŞ de hatin vekirin, "du ji sê navendên tenduristiyê hatine amadekirin", û du nexweşgehên meydanî hatin vekirin daku nûkirinên di nexweşgeha giştî ya Enahê de bên qedandin.

Lê belê xebatên nûkirinê "ji temambûyînê dûr in", wî got.

Anî bal kişand ser piran, nemaze tê xwestin ku guhdan li wan bê kirin, û got ku pênc pir di navbera Enahê û Hedîsayê de di şer de hatin rûxandin.

Derbasgehên demkî hatin avakirin heta ew bên nûkirin, wî got.

Hevdem, serkeftina di peydakirina xizmetguzariyên bingehîn de li bajar " hişt ku xelkên bêwar bê handan ku vegerin malên xwe", wî anî zanîn.

Çarîyek ji 4,000 malbatên ku hatibûn bêwarkirin aniha vegeriyane deverê, wî got, û tevlî 10,000 şêniyên ku li deverê mabûn.

Rewşeke "nû a ewlehî" li Enahê berqerar e, ji ber ku artêş, hêzên êlan û polîs "bi destekî ji hesin bajar kontrol kirine".

Qaim bi awayekî berbiçav baş dibe

Xizmetguzarî li Qaimê, ya ku roja sêyê Mijdarê ji DAIŞê hat rizgarkirin , hin bi hin baş dibe, sipas bo xebatên encumena parêzgeha Enbarê, parêzgarê Qaimê, Ehmed Dulêmî ji Diyaruna re eşkere kir.

Desthilatdarên xwecihî "kolan ji kavilan paqij kirin û dîse rê ji trafîkê vekirin", wî got.

"Me karî ku ava vexwarinê ji avahiyên vehewanê re dabîn bikin," wî got, û da zanîn ku xebatên çêkirina stûnên kehrebê yên eyibdar li dar in.

Di heman demê de, jenerator hatine anîn daku kêmasî bên nemînin.

Dora 12,000 xwendekaran vegeriyan dibistana li bajar û derdora wî, û dora 13 dibistanên seretayî û amadeyî hatin vekirin, wî got.

Wî got ku lêkolîneke bo naskirina jêrxaneya eybdar hat encamdayîn, û hêvî hene ku ew dê bibe beşek ji plana nûkirinê ya Programa Geşekirinê ya NY di heftiyên tên de.

Wî got ku li gel nûkirina piran û rêyan, herwiha avahiya encumena parêzgehê û avahiyên hikûmetê yên ku hatibûn talankirin an jî wêrankirin li ser destê DAIŞ dê beşek bin ji van xebatan.

Kehreb û av vedigerin Rawayê

Li Rawayê, nûkirin xweşxweş diçe pêş, endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

Kehreb û av vegeriyane "û tîmên xizmetê yên parêzgehêtev xelkê kar dikin da ku kolanan paqij bikin û wan bixin kar de û herwiha sistema sarincê tamîr bikin", wî got.

Kiûd got ku du dibistanên zêdetir hatin vekirin û mişt pirtûk, û esas hatin kirin.

Wî got ku sê dibistanên din û pênc dibistanên demkî beşek in ji plana nûkirinê bo pêwîstiya bi cihên bêhtir ên xwendinê dagrin.

Kiûd got ku hikûmeta xwecihî komeke kirîzan pêk anîbûn da ku projeyên nûkirinê bi cih bîne li bajarên rojavayî yên Enbarê.

Vê komê "xwe erkdar kir bi tevlîbûyîna di xebatên alîkarîkirina nûkirina piraniya sektorên xizmetguzariyên giştî yên pêwîst", wî da zanîn.

Wê rola Fermandariya Operasyonên Cezîrê bilind nirxand di piştgirîkirina van xebatan de, li gel rola wan a serekî di misogerkirina ewlehî û aramiyê de, û tevlîbûyîna wan di "vegeradina xizmetguzariyan de ji xelkê re".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500