Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûriyê ji Amerîka dixwaze ku dijberiya Rûsyayê bike

Opozîsyona Sûriyê hêvî dike ku rêveberiya Amerîkayê qayil bike vê haftiyê ku giraniya xwe bide danûstandinên aştiyê yên bi pêşengiya NY û dijberî hewla Rûsyayê ya avakirina rêçikeke paralîl derbikeve, mezinê gotûbêjeran, Nesir Herîrî Sêşemê (9ê Kanûna Duyem) got.

Piştî civîneke bi sekreterê NY-Ceneral Antonyo Guteres re li New Yorkê, serkirdeyên opozîsyonê roja Sêşemê berê xwe didin Waşintonê bo lidarxistina civînan bo piştgirîkirina danûstandinên Cinêvê, yên ku tê pêşbênkirin ku roja 21ê Kanûna Duyem dîsan dest pê bikin, AFP ragihand.

"Em hemû, û hemû welat çaverêya rola Amerîkî dikin" da ku lihevkirinekê peyda bike, Herîrî got.

Amerîka "leystikvan herî girîng e di şerê Sûriyê de, û ew yekane welat ku dikare hevsengiyê li gel karîgeriya Rûsî pêk bîne", wî got.

Şandeya bi serkêşiya Harîrî hêvî dike ku bi şêwirmendê ewlekariya niştîmanî ya Amerîkayê H.R. MakMaster, berpirsiyarê Wezareta Karên Derve û endamên kongrês re bicive da ku wan qayil bikin ku Amerîka mudaxeleyê bike.

Daxwaza opozîsyonê ya ji rêveberiya Amerîkayê di demekê de tê ku Rûsya ji NY dixwaze ku di konferanseke aştiyê de başdariyê bibe ku ew mêvandariya wê li gel Îranê li Soçî roja 29 û 30ê Kanûna Duyem dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500