Nûçeyên Iraqê

Komele: Dîlê Başûr Afrîqayî yê li Sûriyê hîna zindî ye piştî salekê ji binçavkirinê

Komeleke Başûr Afrîqayî îro Sêşemê (9ê Kanûna Yekem) got ku wê dilniyabûn wergirtiye ku wênegirekî serbest ê ku li Sûriyê hatibû revandin hîna sax bû, di demekê de ku malbata wî haziriya yadkirina derbasbûna salekê li ser girtina wî dike, AFP raport kir.

Şîraz Mihemed roja 10ê Kanûna Yekema sala par dema ku wî ber bi sînorê Turkiyê rêwîtî dikir hat revandin ji nexweşgeheke ku komela Diyariya Dayîneran tê piştgirîkirin li bajarokê Sûrî, Derkûş, 100 kîlometran li rojavayê Helebê.

Diyariya Dayîneran got ku tu bedela peran nehatiye xwestin û nasnameya kesên kesrevîn ne diyar e.

komelê di daxuyaniyekê de got ku wê piştrast kir ku Mihemed hîna zindî ye bi rêya bersivdayîna 10 pirsên ku bi tenê ew dikare bersiva wan bide.

Mihemed nameyeke şand tê de dê û bavên xwe silav dikirin û digot "ew pi kêfxweş e bi pirsan û ew dixwaze ku bên berdan", komelê got, û anî ser ziman ku malbata wî "pir dilşad e".

Gelek rojnamegerên biyanî hatin revandin ji dema destpêkirina qeyrana Sûriyê di 2011an de, gelek caran ji aliyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve.

Dîlê başûr Afrîqayî Stîfan MakGon, yê ku ji alîyê Qaîda li malîyê hat girtinnêzî şeş salan girtibû, Tebaxa çûyî hat serbestberdan pişt gotûbêjên bi pêşengtiya diyariya Dayîneran

Hikûmeta Başûr Afrîqayî tekez kir ku wê tu bedela diravî nedaye daku MakGon bê serbestberdan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500