Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirsekî Îraqî: DAIŞ hîna bazirganîyê bi jinên Êzîdî dike

Xalid Taî

Ev wêneyê Keçeke Êzîdî ku ji destên "Dewleta Îslamî" revîyaye li ser enternetê di 4ê Îlonê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Ev wêneyê Keçeke Êzîdî ku ji destên "Dewleta Îslamî" revîyaye li ser enternetê di 4ê Îlonê de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Hîna endamên DAIŞê bazirganîyê bi jin û keçên Êzîdî yên wan ew revandibûn di heyama derbasbûna bakurê Îraqê de dikin, berpirsekî Îraqî roja Sêşemê (15ê Kanûna Duyem) ji Diyaruna re got.

Birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî Husên Qaidî got ku ofîs agahî li cem hene ku tevî têkçûyîna DAIŞê li Îraqê û ew li Sûrîyayê di nav agir de ye jî, "hîna ew di kirîn û firoştina jinên Êzîdî yên revandî de çalak e."

Ji çaxa dagirkirina rêxistina tundrew ji Şengalê re di 3yê Tebaxa 2014an de, "bi hezaran jin û keçên Êzîdî ketin destê terorîstan, û weke heyberine kirîn û firoştinê li bazargehan bi buhane cihêreng hatin pêşandan," wî got.

Qaidî anî ziman ku "weke vî celebê tawanê heta roja îro berdewam dike," û da zanîn jî ku ofîs hemû karûbarên Êzîdîyên hîna di destên DAIŞê de ne li Sûrîyayê dişopîne, û li çi agahîyê derbarê çarenûsa wan de digere.

Ev wêne yê zarokine Êzîdî yên revandî li malbatên xwe vedigerin piştî ku ji "Dewleta Îslamî" rizgar bûne, ku divegere 17ê Tîrmeha 2017an. [Wêne ji Birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Ev wêne yê zarokine Êzîdî yên revandî li malbatên xwe vedigerin piştî ku ji "Dewleta Îslamî" rizgar bûne, ku divegere 17ê Tîrmeha 2017an. [Wêne ji Birêveberê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî Husên Qaidî hatiye wergirtin]

Rûpela Facebookê ya Êzîdî bi navê Êzîdîxan di 5ê Kanûna Duyem de rêze "rêklamin" endamên DAIŞê weşandin ku li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.

Van rêklam wêne û agahîyên derbarê "sîfet" û temenên keç, jin û zarokên Êzîdî yên "bo firoştinê" pêşankirî bûn dihundirandin.

Resentîya karên DAIŞê bi awayekî cuda nayên teqezkirin.

Xebatên azadkirina girtîyan berdewam in

Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên Revandî li Dihokê "xebatên xwe bo azadkirina hemû jin, zarok û zilamên Êzîdî yên revandî berdewam dike", Qaidî got.

"Berî du rojan, di xebateke bêhempa de, me du malbat ji DAIŞê li Sûrîyayê rizgar kirin, ên ku di dema dagirkirina rêxistinê ji Şengalê re hatibûn revandin," wî ragihand.

Wî daxyand ku malbata pêşîn, ya ji dayîkekê û sê kuran pêk tê, gihiştiye komavahîya Doqerîyê li Şengalê, û malbata duyem, ya ji dayîkekê û du kuran pêk tê, li komavahîya Kerzerkê li bajar dijî.

Qaidî got ku endamên her du malbatan Sêşemê gihiştin parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê, ji Şingalê dihatin, û ew careke din gihiştin xizmên xwe.

Wî got ku roja 12ê Kanûna Duyem, ofîsê jineke Êzîdî ya 20-salî ji dîlgeha DAIŞê li Sûrîyayê azad kir.

Wî dîyar kir ku jina ciwan ji gundê xwe Koço li Şingalê roja 15ê Tebaxa sala 2014ab hatibû revandin, û pişt re endamên DAIŞê ew biribûn Sûrîyayê.

Qaidî daxuyand ku operasyona azadkirinê pir zehmet û bi asteng bû, lê di dawîyê de ofîsê karî erkê xwe bi serkeftî biqedîne.

Wî got ku bi giştî 3,342 Êzîdî hatin azadkirin ji alîyê Ofîsa Karûbarên Êzîdîyên revandî ve ji dema destpêkirina karê wê di Cotmeha 2014an de, ji eslê 6,417 Êzîdîyên hatine revandin dema ku DAIŞê êrîşî Şingalê kir, piranîyan kesên hatine revandin jî keç û jin in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500