Nûçeyên Iraqê

Rewangeh: 28 sivîl hatin kuştin li Sûriyê, piranî di êrîşên asmanî yên Rûsî de

Herî kêm 28 sivîl hatin kuştin di bombarankirina asêgeha opozîsyonê ya dorpêçkirî, Xûteya Rojhilatî, li nêzî Şamê, piraniya wan di lêdanên asmanî yên Rûsî de, AFP roja Pêncşemê (4yê Kanûna Duyem) raport kir.

Nozdeh hatin kuştin di êrîşên asmanî yên Rûsî de li bajarokê Misrebayê roj Çarşemê, û yên din heman rojê di êrîşên asmanî yên rejîmê de li ser deverine din mirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

Heft zarok û 11 jin di nav kuştiyan de bûn, li gorî serokê rewangehê, Ramî Ebdul Rehman.

Qurbanî bo naxweşgehekê li Dûmayê hatin veguhestin, nûçegihanekî AFP li wir dît kesên ku xelasker wan vediguhezin ku piraniya wan jin û zarok in.

Stafê nûjdarî hewl da ku zarokeke bi şîr ji jêr paşmahiyan xelas bike, lê hewla wê biser neket. Keçeke nûhatî di nav birîndaran de bû tîmarkirin wergirt ji ber birîneke dijwar di rûyê wê de.

Jêderekî pijîşkî ji nexweşgehê ji AFP re got: "Di nav brîndaran de du jinên 20 salî hebûn. Yekê ji wan herdu çavên xwe ji dest dan û ya din çavek ji dest da."

Xûteya Rojhilatî, ku yek ji dawîn asêgehên mayî yên opozîsyonê ye li Sûriyê, û ew bi piranî ji aliyê çekdarine koma Ceyş el-Îslam (Artêşa Îslamê) ve tê kontolkirin.

Ew ji 2013an ve li jêr dorpêça hikûmetê ye, dorpêça ku bû sedma kêmbûneke dijwar di xwarin û derman de ji dora 400,000 şênî re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500