Nûçeyên Iraqê

Heşt zarok di nav 21 kuştiyên êrîşên li Idliba Sûriyê de

Êrîşên asmanî ji aliyê hêza asmanî ya rejîmê û ya Rûsî li ser molgehên tundrûyan û yên opozîsyonê herî kêm 21 sivîl kuştin, di nav de heşt zarok, AFP roja Duşemê (8ê Kanûna Duyem) ragihand.

Êrîsên ku roja Yekşemê hatin pêkanîn ên dawî bûn li dijî çekdarên tundrû û yên opozîsyonê di êrîşa yek-hefteyî ya rejîmê li ser Idlibê, ku parêzgeha dawî ye ya li Sûriyê ku li derveyî kontrola rejîmê ye.

Êrîş bû sedema "herî kêm mirina 21 kesan, di nav de heşt zarok û 11 endamên heman malbatê" li rojavayê bajarokê Sincar li başûrê rojhilatê parêzgehê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, got.

Êrîşên rejîmê û yên Rûsî roja Yekşemê li çend bêsan li Idlibê dan, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got, ku hêzên rejîmê roja Duşemê guvaş li ser Idlibê zêde dikirin û nêzîk bûn ji rakirina dorpêçê ji ser Xûteya Rojhilatî li nêzîkî Şamê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500