Kargeheke mezin ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bo çêkirina teqemeniyên bidestçêkirî li rojavayê Mûsilê hat dîtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî îro Çarşemê (20ê Kanûna Yekem) got.
Artêşê kargeheke DAIŞ a çêkirina bombeyan li taxa Saed kifş kir, wezaretê di daxuyanîyekê de got.
"Kargeh hejmarek ji makîne û amûrên çêkirina teqemenîyan, herwiha gelek depoyên bîkerbonatên sodyom, urya û materyalên şilavî yên jehrîn ên ku di çêkirina teqemeniyên bidestçêkirî de tên bikaranîn dihewîne," daxuyanîyê got.
"Kifşkirin li ser bingeha çavdêrîkirina paşmahîyên DAIŞ bû daku jêderên çekdarkirinê biçikînin û dest deynin ser veşargehên çekan û kargehên çêkirina bombeyan," daxuyanîyê got.