Hêzên Iraqî eşkere kirin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kargehekê bikar tîne daku xaza klorînê li parêzgeha Enbarê çêbike, Wezareta Berevanîyê îro Înê (17ê Mijdarê) got.
"Birêveberîya istixbaratan a serbazî kargeheke çêkirina xaza klorînê jehrîn dîtiye, ya ku di çêkirina teqînên bidestçêkirî (IEDs) û teqemenîyên din tê bikaranîn, li Cixêfî2, bakurê Felûcayê," wezaretê di daxuyanîyekê de got.
Daxuyanîyê got ku eşkerekirin beşeke ji hewldanên berdewam in daku şopên DAIŞê li parêzgehê nehêlin.