Nûçeyên Iraqê

Tundrewekî Brîtanî ku li Sûriyê şer kiribû bi deh salan hat cezakirin

Tundrewekî Brîtanî ku şer kiribû ku ji rakirina Muemer Qezafî yê Lîbya û piştre tevlî rêzên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûriyê bibû bi 10 salan zindan hat cezakirin roja Înê (8ê Kanûna Yekem), AFP ragihand.

Mihemed Ebdulla, yê 26 salî, ku xwediyê nasnameyên Brîtanî û Lîbî ye, li gel birayê xwe, Ebdulreûf, tevlî "Lîwayê Terablus" bibû di 2011an de.

Teqe li birayê Ebdulla hat kirin û rastî feleca nîvê xwarê ji laşê xwe hat di şer de, di dadgehkirinê de li Londonê hat bihîstin.

Di 2014an de, Ebdulla berê xwe da Sûriyê bi alîkariya birayê xwe yê ku li ser kursiyê bi teker bû, ku "bingehek" vekiribû ji bo kesên ku dixwazin bibin çekdarên DAIŞ ji mala xwe ya li Manchesterê.

Ew hat girtin dema ku vegeriya balafirgeha Heathrow a London di Îlona 2014an de.

Di 2016an de, SkyNews hin dosye ji cudabûyekî ji DAIŞ belav kir ku têde Ebdulla weke nîşangirekî pispor di bikaranîna "Duşka" de -- ku tifingeke makîneyî ya giran a Rûsî ye -- hatibû rêzkirin.

Ebdulla sûcdar hat dîtin roja Pêncşemê ku tifingeke Klaşinkov di destê wî de bû, ligel £2,000 ($2,700) ji bo terorîzm û endamtiya DAIŞ.

Ebdulla loyalîteya ji DAIŞ re red kir. Lê dadwer Maura McGowan got ku Ebdulla "serbilind" bû bi milkiyeta çekan û "temamî pabend bû" girêdana bi DAIŞ ve.

"Pabendbûna te bi tundutûjiyê derveyî welat xuya ye û ti nîşan li ser te xuya nakin ku te nerîn an reftarên xwe guhertine," wê got.

Dadgehkirina Ebdulla hat paşxistin piştî êrîşeke terorê li Manchester Arena di Gulana îsal de ku ji aliyê êrîşkar Selman Abedî ve hat pêkanîn, û têde 22 kes hatin kuştin.

Abedî diçû heman mizgefta birayên Ebdulla û hat ragihandin ku serdana Ebdulreûf di zindanê de kiribû di mehên berî êrîşê de

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500