Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Binavkirina grûpa terorî ya Bereya Nusra ya nûkirî bernavên nû lixwe digre

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Gotarbêjek gotarekê li meydaneke giştî li Hemaya Sûriyê dide weke hewlekê ji bo tevlîkirina çekdaran bo rêzên girûpên tundrew. [Wêne ji Mihemed el-Ebdula hatiye wergirtin]

Gotarbêjek gotarekê li meydaneke giştî li Hemaya Sûriyê dide weke hewlekê ji bo tevlîkirina çekdaran bo rêzên girûpên tundrew. [Wêne ji Mihemed el-Ebdula hatiye wergirtin]

Wezareta Derve ya Amerîka meha bûrî binavkirina grûpa terorî ya Bereya Nusra nû kir daku bernavên nû yên grûpê, ku navê xwe kiriye Bereya Fetih Şamê, zêde bike.

Ev tedbîr "raya giştî ya Amerîkî û civaka navdewletî hişyar dikin ku Bereya Nusra hîn bi awayekî çalake ku destê wê di terorîzmê de heye di bin heman navê Bereya Fetih Şamê de", Wezareta Derve di daxuyaniyeka 10ê Mijdarê de gotibû.

"Binavkirina kesayetî û grûpên terorîst rêxistin û kesayetiyan eşkere û îzole dikin, û dihêle ku nema bikaribin bigihin sîstema darayî ya Amerîka," wê got. "Herwiha, ev binavkirin dikarin alîkarî yan jî temamkariya tedbîrên xurtkirina zagonên ajansên Amerîkî yên din û hikûmetên din bikin."

Ev gav di demekê de hat ku Wezareta Xezîneya Amerîkî çar lîderên Qaîde li lîsteya cezayên xwe zêde kirin: welatiyê Sûrî yê bi navê Cemal Huseyn Zeyniya, welatiyê Siûdî yê bi navê Ebdulla Mihemed bin Suleyman Muheysinî, welatiyê Urdunî yê bi navê Eşref Ehmed Farî Allak û welatiyê Mekedonî yê bi navê Ebdul Cesherî.

Malûmilkên gotarbêjê Siûdî Ebdula Mihemed bin Suleyman Muheysinî hatin bûzkirin ji ber pêwendiyên wî yên bi Eniya Nusra re. [Wêne ji Mihemed el-Ebdula hatiye wergirtin]

Malûmilkên gotarbêjê Siûdî Ebdula Mihemed bin Suleyman Muheysinî hatin bûzkirin ji ber pêwendiyên wî yên bi Eniya Nusra re. [Wêne ji Mihemed el-Ebdula hatiye wergirtin]

Binavkirina nû "çaverêkirî bû, tevî ku hewla şaşkirinê ya Bereya Nusra bi rêya guhertina navê xwe bo Bereya Fetih Şam û ragihandina cudabûna xwe ji Qaîde ", analîzerê stratejîk Lîwa Yehya Mihemed Elî, efserekî serbazî yê Misrî yê xanenişîn, got.

"Ew weke mara ku çermê xwe diguhere ye, ji ber ku metirsiya wê her dimîne," wî ji Meşariq re got, anî ziman ku bingeha îdolojî ya ku li ser hatî avakirin, selefiyeta cîhadî, weke xwe dimîne tevî hewla nûbinavkirinê ya grûpê.

"Xuya bû ku [guhertina nav] tenê hewlek bû ji bo xwedûrxistin ji cezayên Amerîkî û yên navdewletî û herwiha ji şerê li ser terorîzmê ku niha ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve tê kirin, Elî got.

Binavkirina nû îradeya navdewletî ya xurt ji bo jinavbirina grûpên terorî nîşan dide, bêyî liçavgirtina navê ku di bin de kar dikin, wî got jî.

Ev haleta çê dibe bi taybetî ji ber karên hovî yên ku li Sûriye û Iraqê pêk tînin û belavkirina metirsiya xwe bo piraniya welatên cîhanê, Elî got.

Hevpeymaniya navdewletî bi hewceyî "bingehên zagonî ye daku mameleyê ligel grûpên terorî yên binavkirî bike, ji ber vê yekê standinê biryareke wisa girîng e, ku hat derxistin tenê piştî operasyoneke istixbaratî ya berfireh a ku çalakiyên grûpê li ser erdê û hevalbendên wê lixwe digirtin", wî got jî.

Herwiha, vê yekê lêkolînên derbarê çavkaniyên fînansekirin û awayên çekdarkirina çekdaran ji nav û derveyî Sûriyê lixwe girt, wî got.

Çalakiyên Bereya Nusra nehatine guhertin

Berî guhertina navê xwe bo Bereya Fetih Şam, Bereya Nusra hewl dida ku wê yekê nîşan bide ku ew bi îdolojiya tekfîrî ya ku grûpên weke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser dimeşin nehatiye pîskirin, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulla got.

Ev yek ji ber "daxwaza grûpê bi bidestxistina raya giştî ya Sûrî û piştrastbûn ji mayîna wê di nexşeya siyasî ya pêşeroja Sûriyê de bû", wî ji Diyaruna re got.

Bereya Nusra hewl dida ku xwe ji cîhana derve re weke grûpeke miyanrew nîşan bide, lê sirûşta wê ya sereke û prensîpên ku li ser wan hatiye avakirin bi temamî ji tişta ku dixwest promosyonê jêre bike cuda ne, wî got jî.

Belgeya herî xurt di karên Bereya Nusra de xuya dibe, bêyî liçavgirtina navê ku di bin de kar dike, li dijî sivîlan li deverên ku di bin kontrola wê de ne, ji ber ku astengkariyên ku derdixe ji yên ku ji aliyê DAIŞ ve tên ferzkirin necuda ne, wî got.

Ev yek "binpêkirina azadiyan û rêgirtin li avakirina her grûpeke çekdar a ku dijatiya nerînên wê dike" lixwe digre, Ebdulla got.

Ev yek herwiha tengkirina li ser sivîlan lixwe digre bi hincetên cuda ji bicihkirina şerîetê û astengkariyên ku li ser rojnamevanan ferz dike, heta wê asta ku ti rojnamevan an jî çalakvanekî medyayî li deverên di bin kontrola Bereya Nusra de nemane, wî got.

Cemidandina malûmilkên lîderên Bereya Nusra

"Beşa girîng ji biryarê cemidandina malûmilkên hinek lîderên Bereya Nusra ye, di nav de gotarbêjê Siûdî Ebdulla Mihemed bin Suleyman Muheysinî," Şêx Nebîl Neîm, endamekî damezrêner ê Cîhadiya Îslamî li Misrê yê ku ji wê demê ve dev ji îdolojiya tundrew berdaye, got.

Muheysinî posta xwe weke gotarbêj istixlal dikir ji bo promosyonê ji bo cîhadê li Sûriyê bike, tevî redkirinên wî yên berdewam ên tevlîbûna Bereya Nusra, Neîm ji Diyaruna re got.

"Lê belê, pêwendiya wî ligel lîderên Bereya Nusra û ligel lîderên Qaîde bi giştî, gelekî xuya ye," wî got.

Hersê kesayetiyên din ku ji aliyê Xezîneya Amerîkî ve hatine binavkirin lîderên xuya yên Bereya Nusra ne ku xwedî karîneke mezin bûn ku fînansekirinê li ser asta cîhanê zêde bikin, wî got jî.

Cemidandina malûmilkên van herçar kesayetiyan û zêdekirina wan bo lîsteya cezayan dê "operasyonên Bereya Nusra ji bo peydakirina fînansekirinê aseng bikin", wî got.

Grûp gelekî bi hewceyî fînansekirinê ye ji ber encama kampanî û dorpêça ku li ser hatîn ferzkirin, ku vê yekê karîna wê ji bo kirîna çekan, operasyonên fînansekirinê, çekdarkirina çekdaran û anîna wan bo Sûriyê kêm kiriye, wî got.

Danîna cezayan balkêş e ji ber wê yekê ku çar lîderên Bereya Nusra yên binavkirî ji nasnameyên cuda ne, Neîm got.

Ev piştrast dike ku "Bereya Nusra ne grûpeke çekdar a opozîsyona Sûriyê ye, lê belê grûpeke terorîst a navdewletî ye ku endamên wê ji nasnameyên cuda ne ", wî got.

Bi vî awayî, ew weke "her grûpeke terorîst a din e, û Qaîde bi taybetî, ku di nav rêzên wan de çekdarên ji seranserî cîhanê hene", wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500