Nûçeyên Iraqê

NY: Kurên Sûrî ketine "xelekeke bêdawî" yên tecawiza sêksî de

Kur û mêrên Sûrî, li welatên xwe û li derve, bûne qurbaniyên "xelekeke bêdawî" yên tecawiza sêksî li gel serencamên wêranker bêhtir ji yên berê hatibû behskirin, NY îro Pêncşemê (7ê Kanûna Yekem) got.

Di raporta xwe ya nû de, "Me Di Dilê XWE De Hişt," Komîsyonera Bilind a Penaberan a NY (UNHCR) got ku wê belavbûyîna tecawiza sêksî li dijî mêrên Sûrî bibelege kiriye, AFP raport kir.

"Raportên belgekirî li dor çawaniya ku keç û jinên Sûrî dibin qurbaniyên tecawiza sêksî û bêwariyê jî hene. Lêbelê, ev pirsa taybet elementeke kêmtir e di vê çîrokê de -- mêrên qurbanî û kurên qurbanî," peyvdarê UNHCR, Andrêj Mahekîk, got.

"Encam zelal in. Xelekeke bê dawî li holê peyda bûye," wî got.

Li ser esasê şehdebûna 196 penaberan û hevpeyvîna bi 73 karmendên saziyên mirovî re, rarporta qal kir ku tecawiza sêksî diyardeyeke "bêzarker" a aloziya sûriyê ye, aloziya ku nêzî sala xwe ya heftan dibe.

kur û mêr rastî tundiya sêksî hatine li navendên girtinê û rêbendên ku hêzên çekdar saz kirin -- herwiha li welatên ku wekî penaberan mêvandariya wan dikin.

Û li welatê penaxwaziyê, mêr û kurên Sûrî raport kirin ku ew di pêwendiyên sêksî de hatin bikaranîn û fermanberan ew bikar anîn.

Qurbanî jî ji rûreşiyê ditirsin eger wan qal kir, û peydakerên xizmetguzariyên mirovî hinek caran pêdiviyên mêran qebûl nedikirin an jî bo demeke kurt dabîn dikirin .

"Qurbanî xwe dûrî xizmetguzariyan dikin û ew xwe gunehbar dikin. Ev yek jî efsaneya ku ev problem kêmpeyda ye piştrast dike, lê ew lêkolîn vajiya vê yekê nîşan dide," Mahekîk got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500