Nûçeyên Iraqê

Girtiya berê li ba DAIŞ xelata mafên mirov werdigre

Çalakvana Êzîdî û girtiya berê li ba "Dewleta Isalmî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) Nadiya Murad roja Duşemê (10ê Cotmehê) xelata Mafên Mirov ya çarê ya Václav Havel ya Encumena Ewropayê wergirt.

Ev xelat, ku qîmeta wê 60,000 euro ($66,500) ye, ji bo karên civaka sivîl yên yên derbarê parastina mafên mirove tê dayîn. Di kombûneke perleman de li Strasbourg li Fransayê hat pêşkêşkirin.

Di sala 2014an de, di temenê 21 salî de, Murad ji aliyê DAIŞ ve li bakûrê Iraqê ligel hezarên jin û zarokên din hat revandin. Ew wek koleyekê girtî bû û bi dirêjahiya heyama sê mehan hat îşkencekirin heta dema ku wê karî xwe xilas bike û bireve Elmaniyayê.

Ji wê demê ve, ew bûye çalakvaneke mafên mirov û karesata pirsa civaka Êzîdiyan, bi taybetî tecawiza sêksî ya bizor û firoştina jin û zarokên yên ku DAIŞ girtibûn, bir asta girîngîpêdana navdewletî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500