Nûçeyên Iraqê

Serokwezîra Brîtanya May di serdaneke jinişka ve de digihe Bexdayê

Serokwezîra Brîtanya Seresa May serdaneke jinişka bo Bexdayê pêk anî roja Çarşemê (29ê Mijdarê) ku li wir bi hevtayê xwe yê Iraqî Heyder Ebadî re civiya û pesnê hewlên welat da di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" de, AFP ragihand.

Serdana May piştî wê yekê hat ku hêzên Iraqî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ku Brîtanya jî li xwe digre, DAIŞ ji rûberên berfireh li Iraqê ku ji 2014an ve kontrol dikirin derxist.

May pesnê "mêrxasî û qurbanîdana hêzên ewlekariya Iraqî" da û soza piştgiriya Brîtanî da "madem ku Iraqî wê dixwazin û ji wan re lazim e".

Wê di preskonferansekê de li Bexdayê got ku Brîtanya dê "kar ligel hevparên xwe li seranserê herêmê bike ji bo pêşxistina karînên ku dê alîkariya me bikin di mamelekirina ligel metirsiya ku ji aliyê çekdarên biyanî ve tê ferzkirin".

May herwiha soza pereyan da ji bo berdewamkirina rahênankirina hêzên Iraqî û ji bo piştgirîkirina "hewlên vegerandina [xelkê aware] û vegerandina aramiyê".

Ebadî got ku lîderan "handana karsaz û kompaniyên Brîtanî ji bo weberhênanê... li Iraqê, û beşdarbûna di avakirina Iraqê û vegerandina aramiyê de" bo welat nîqaş kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500