Nûçeyên Iraqê

Serokwezîrê Iraqî ji şêniyên Mûsilê re: "serkeftin nêzîk e"

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got "serkeftin nêzîk e" di heman demê de soza girtina bajarê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) da, di gotareke radiyo de ya ji bo niştecihên bajêr, AFP ragihand.

Ev gotara yekemîn e ya bi vî rengî ji alyê Ebadî ve, lê ne xwiya bû çend niştecîhên Mûsilê, ya ku ji aliyê DAIŞ di 2014 de hatiye dagirkirin, axaftina wî bihîstin, di dema ku cîhadî hewlên didin ku peywendiya bi derve re sînordar bikin.

"Îro em nêzîkî we ne, û hûn nêzîkî me ne, û serkeftin nêzîk e, bi alîkariya xwedan," Ebadî got, li gor kopiyek ji axaftinên wî yên ji aliyê bîroya wî ve hatiye belavkirin.

"Îro em bi pêşve diçin û sibê em dê bi hev re serfiraz bibin, û paşê em dê bi hev re kar bikin ji bo vegerandina jiyan û xizmetguzarî û aramiyê ji hemû bajar û gundan re," wî got.

Herwiha Ebadî bang li niştecihên Mûsilê kir ku hevkariyê ligel hêzên ewlekariyê yên Iraqî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500