Nûçeyên Iraqê

Iraq Felûca bi temamî ji destê DAIŞ derdixe

Hêzên Iraqî bajarê Felûca rizgar kirin û niha operasiyonên serbazî yên yekmehî hatin rawestandin piştî vegerandina hemû deverên wê, Serokwezîr Heyder el-Ebadî roja Yekşemê (26ê Hezîranê) ragihand.

"Rizgarkirina Felûca li ser destê Iraqiyan hat bidestxistin," el-Ebadî di daxuyaniyeke televizyonî de got.

"Ev kêfxweşiya hemû Iraqiyan e û ji mafê hemû xelkê Iraqê ye ku vegerandina Felûca pîroz bikin," wî got.

"Em dê di demeke nêzîk de derbasî Mûsilê bibin, weke çawa em derbasî Felûca bûn, û dê ti pêşeroja "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Iraqê nebe," el-Ebadî got jî.

Serkeftin hate bidestxistin dema ku hêzên bijartî el-Colan, ku taxeke dikeve bakurê rojavayê Felûca de, vegerandin ku asêgeha dawî ya tundrêyan li wê derê bû.

Di kêmtirî du saetan de ajansa dijeterorê el-Colan vegerandin, berdevkê ajansê Sebah el-Numan ji AFP re got.

"DAIŞ guleyek bi tenê jî neavêt," wî got.

Girûpê gelek lîder di êrîşên asmanî de ji dest dan, û bêtirî du sêyekên axa ku li Iraqê kontrol dikir berî du salan winda kir.

Ferîq Rukin Ebdulwehab el-Saedî, fermandarê operasiyona Felûca, got ku zerereke sînordarkirî gihişte bajêr di encama şer de.

Lê belê, di meha borî de nêzîkî 85,000 sivîl neçar bûn ku ji malên xwe birevin, ku piraniya wan di çadirên ku bilez hatibûn avakirin de bûn û xwarin û av jî kêm bûn, li gorî NY.

El-Ebadî got ku ew hêvî dike ku xelkê koçberbûyî bikaribin zû vegerin malên xwe, lê NY hikûmet hişyar kir ku divê ew bi hayedarî pêş bikeve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500