Nûçeyên Iraqê

NY: Rejîma Sûriyê dê roja Çarşemê beşdarî danûstandinên aştiyê bibe

Hikûmeta Sûriyê piştrast kir ku ew dê beşdarî danûstandinên aştiyê li Cenêvê bibe ku dê vê hefteyê birêve biçin, NY roja Sêşemê (28ê Mijdarê) got, piştî ku daxuyaniyeke ku behsa egera beşdarnebûna rejîmê kir gurzek li danûstandinan da.

"Şanda hikûmetê hîn negihaye lê nameyek gihişte şanderê NY Stîfan dî Mistura ku ew plan dikin ku sibe bighin," berdevka NY, Alîsandra Veluçi ji nûçegihanan re got.

Gera heştem a danûstandinan weke derfetekê ji NY re tê dîtin ji bo nûjenkirina hewlên xwe ji bo bidawîkirina şerê şeş-salî, ku bêtirî 340,000 kes li Sûriyê kuştin û Sûriye wêran kir.

Dî Mistura tekezî kir li ser pêwîstiya bilez ji bo pêşketinê ber bi çareseriyeke siyasî ve û got ku ew hatiye xurtkirin bi biryara opozîsyona parçeparçe ya pêkanîna tîmeke danûstandinê ya hevgirtî ji bo yekemîn car.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500