Nûçeyên Iraqê

Bi hezaran xelk ji Urdinê vedigerin başûrê Sûriyê piştî agirbestê dest pê dike

Her mehê dora 1,000 kesên Sûrî yên ku li Urdinê bûbûn penaber vedigerin welat ji Tîrmehê ve dema ku agirbestek li başûrê Sûriyê dest pê kir, AFP îro Duşemê (27 Mijdarê) ragihand.

Agirbesta ku Urdin, Rûsya û Amerîka bûn wekîlê wê li parêzgehên Sûrî yê başûrî, Deraa, Qunêtra û Siwêdayê bi awayekî berfereh hatiye pêkanîn piştî ku ew ji 9ê Tîrmehê de tê ketiye warê cîbicîkirinê de.

Ji wî çaxî ve "hejmara kesên Sûrî yên bi dilê xwe vedigerin welat zêde bûye", Mihemed Hiwarî, berdevkê ajansa penaberan ya girêdayî NY (UNHCR) li Emanê, got.

"Îro ew hejmar bilind bûye heta dora 1,000 vegeryayîyan) her meh bi total," Hiwarî anî ziman.

Urdin sînorekî bi dirêjahîya 370 kîlomitran hevsînorê Sûriyê ye, wlatê ku bêtir ji 340,000 kesN lê hatine kuştin û bi mîlyonan bêwar bûne ji dema ku şer di sala 2011an de dest pê kir.

NY dibêjin ku Urdin mêvandarîya bêtir ji 650,000 penaberên Sûrî dike, lê desthilatdarî li mîrnişînê diyar kir ku hejmara wan a rast 1.3 mîlyon e.

Li gorî Hiwarî, hejmara penaberên ku bi dilê xwe vegeriyan Sûriyê giha heta 1,203 di Tebaxê de û 1,078 di Îlonê de.

Di her şeş mehên berî agirbestê de, hejmarek tenê ji 1,700 penaberên Sûrî vegeriyan welatê xwe, wî got.

Hiwarî piştrast kir ku UNHCR "han nade ku xelk vegerin deverên Sûriyê yên ku ew li gorî wê ne ewle ne".

Agirbesta ku li parêzgehên Sûrî yên başûrî lihevkirinek li ser çêbû beşeke ji planneke berferehtir daku çar "zonên kêm şer" çêbikin li beşên welat ên li jêr kontrola opozîsyonê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500