Nûçeyên Iraqê

NY: Kêmtir ji nîvê zarokên penaberan li cîhanê diçin dibistanê

Kêmtir ji nîvê zarokên penaberên cîhanê ku dora şeş milyonan in di dibistanê de ne, ev yek egera peydakirina perwerdahiyê ji wan re pênc caran ji averêja cîhanî kêmtir dike, NY roja Pêncşemê (15ê Îlonê) hişyarî da.

Di raporteke nû de, Komisyona Bilind a Penaberan got ku 3.7 milyon zarokên penaber yêndi temenê dibistanê de tu dibistan tune ye daku ew tê de perwerdahiyê bibînin, AFP ragihand.

Raporta Pêncşemê, ku datayên UNHCR ên derbarê perwerdahiya penaberan ligel dataya UNESCO ya tevlîbûyîna xwendinê li cîhanî li berhev dike, diyar kir ku bi tenê 50% ji zarokên penaberên cîhanê perwerdahiya sereke dibînin, di demekê de ku everêja cîhanî zêdetirî 90% ye.

Hewlên UNHCR û yên din ên ji bo beşdarîkirina hejmareke zêdetir a zarokên penaber di dibistanê de tên tarîkirin bi sedema zêdebûna hejmara kesên nû hatine awarekirin, raportê got.

Hevdem rewşa Sûriye diyar dike ku çawa kîzek dikare bi şêweyeke bilez arasteyên erênî yên perwerdahiyê bi paş de bibe, raportê got.

Beriya destpêka krîzê berî pênc sal û nîvan, 94% ji zarokên Sûrî diçûn dibistanên sereke û lawekî yê astnizimtir.

Di Hezîrana vê salê de, bi tenê 60% diçûn dibistanê ,gihiştina bi perwerdahiyê ji bo 2.1 milyon zarok û nûciwanan negengaz e, li gorî hejmarên NY.

Hevdem, dora pênc milyon Sûrî reviyane welatên cîran ku zehmete li wir perwerdahî berdest be.

NY texmîn dike ku dora 900,000 zarokên penabrên Sûrî naçin dibistanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500