Nûçeyên Iraqê

Teqîneke xwekujî bi otombîlekê 24 kesan li bajarokekî li bakurê Bexdayê dikuje

Teqîneke xwekujî bi otombîleke bombekirî herî kêm 24 kes kuştin di êrîşekê de li ser bazareke qerebalix li bajarokekî li bakurê Bexdayê roja Sêşemê (21ê Mijdarê), AFP ragihand.

Bi dehên din birîndar bûn dema ku wî êrîşkarî otombîl di nava bazareke fêkî û keskahiyan li Toz Xurmatû de teqand.

Qayimeqam Adil Şekûr Beyatî got ku 24 kes hatin kuştin.

Bijîşkekî li nexweşxaneya giştî ya bajarok got ku hejmara birîndaran 80 ye, hinek ji wan sivik birîndar bûne.

Tu aliyî yekser teqîn negirte stûyê xwe.

Parlementerê Turkmen Niyazî Mamaroglu got ku teqîneke weke ya Sêşemê ji "çendîn salan" ve li bajarok çênebûne.

Qedexekirineke çûnhatinê hat ragihandin yekser piştî teqînê, Mehdî Tariq, fermandarekî ewlekarî li parêzgeha Selahedîn, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500