Hêzên Iraqî Belalîyayê, rojavayê Rewayê, roja Yekşemê (12 Mijdarê) ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) stand û ala Iraqî lê hilda, Fermandarîya Operesyonên Enbarê got.
"Hêzên Iraqî yên Hevbeş girtin ser Belalyayê û endamên DAIŞ der xistin," berdevkê fermandarîyê eqîd Mihemed Dilêmî ji Diyaruna re got.
Wî got ku şerên dijwar di navbera hêzên ewlekarîyê û endamên DAIŞ de qewimîn ên ku hejmarek ji xwekujan bikar anîn daku pêşketina hêzên Iraqî rawestînin.
Dilêmî anî ziman ku dan û standin bi xwekujan re çêbû û devera ku cihê vehewayîna bi sedan malbatên û taxa rojavayê Rewayê ye hat rizgarkirin.
"Rizgarkirina deverê me digihîne derdora Rewayê ji alîyê rojava ve, û hêvîya endamên DAIŞ a dawî ku ji deverê birevin yan dabînên serbazî ku di rêya biyabanê re wergirin bi dawî dike," wî got.
"Herî kêm 30 terorîst di operesyonê de hatine kuştin," wî got.