Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî bajarokê dawî yê di destên DAIŞ de li welat vedigerînin

Stafa Diyaruna û AFP

Hêzên Iarqî li devera Rewayê li parêzgeha Reqayê di 11ê Mijdarê de li hev vehewiyan, di operesyonekê de daku bajarokê sînorî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin. Îro Înê (17ê Mijdarê) ew bi ser ketin û bajarok rizgar kirin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iarqî li devera Rewayê li parêzgeha Reqayê di 11ê Mijdarê de li hev vehewiyan, di operesyonekê de daku bajarokê sînorî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerînin. Îro Înê (17ê Mijdarê) ew bi ser ketin û bajarok rizgar kirin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Îro Înê (17êMijdarê) hêzên Iraqî bajarokê dawî li welat yê ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerand, rêxistina ku xwe weke"xîlafetê" destnîşan kiribû rastî hiweşînê hat li herdu alîyên sînor bi Sûriyê re.

Destdanîna lezgîn li ser bajarokê Rewayê yê piçûk li Ferata Jorîn hat dema ku DAIŞ rastî êrîşekê di roja duwem de li Ebû Kemalê hat, bajarokê dawî yê ku hîn li jêr destên wê ye li ser sînorê Sûriyê.

"Hêzên Iraqî berbanga Înê girtin ser Rewayê ji du alîyan ve," berdevkê Fermandarîya Operesyonên Hevbeş ya Iraqî emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Wî got ku êrîşa ji du alîyan ve di rêya deverên Ferat û Maemel hat pêkanîn, wî anî ziman ku hêzên Iraqî bi lez, piştî şer û pevçûnan li deverên bajarî bi DAIŞ re, daku hejmarek ji taxên niştecihî vegerîne.

"DAIŞ rastî xisaretên madî û mirovî yên giran hat," wî got.

"Rojên xîlafeta sexte tên jimartin," şandeyê Amerîkayê bo hevpeymanîyê Bret Mak Gurk îro Înê di medyaya civakî de post kir.

DAIŞ ji hemû asêgehên sereke hat derxistin

Hevpeymanîya navdewletî ya şerê DAIŞ dike roja Çarşemê îlan kir95% ji "xîlafeta" ku rêxistinê li Iraq û Sûrîyê di sala 2014an de îlan kir winda kir.

Xisarên wê hemû asêgehên wê yên sereke dihewîne, û ew li deverên gundewarî sînordar bûye.

Hêzên Iraqî û yekîneyên paramilîter "Rewa hemû rizgar kir û ala Iraqî li ser hemû avahîyên fermî rakirin," Fermandarê Operasyonên Hevbeş li Enbarê ferîq Ebdul Emîr Raşid Yarela di daxuyanîyekê de got.

Serokwezîr Heyder Ebadî "rizgarkirina bajarok di demeke qiyasî de," pîroz kir û got aniha hêz dê "dest bi operesyonên lêkolînê li biyabanê bikin daku sînorê bi Sûriyê re ewle bikin".

"Ji hêla serbazî ve, DAIŞ têk çûye, lê em dê li pey bermahîyên wê biçin daku em wê tûne bikin," Resûl got.

Haşim Haşimî pisporekî Iraqî derbarê DAIŞ got ku piştî xisareta wê ji Rewayê re, êdî rêxistin nema ne desthilatdarîya îdarî û ne jî ya serbazî ya rasteqîn mûmarese dike.

"Devera hatiye rizgarkirin ew deverên niştecihî ne yên ku sînorên wan nîşankirî ne," Haşimî got. "Lêbelê newalên çemên demsalî, gol û deverên vala li biyabanê yên ku rûbera wan 4% ji erda Iraqê ye hîn di destên DAIŞ de ne."

Li ser sînor li Sûrîyayê, hîn 25% ji gundewarê Dêrazorê li jêr destên DAIŞ e, lê ew rastî êrîşan tê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û rêjîma Sûrî ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500