Nûçeyên Iraqê

Dayika çekdarekî DAIŞê yê Firensî tê girtin ji ber pere ji wî re dişandin

Jineke Firensî, ya ku kurê wê di nav refên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li Sûriyê şer kir îro Pêncşemê (28ê Îlonê) ceza du salan di girtîgehê de lê hat birîn ji ber wê terorîzm temwîl dikir, bi şandina pere ji kurê xwe re, AFP ragihand.

Nataliya Hadadi, ya 43 salî, îsrar kir ku wê nizanîbû çawa kurê wê, Belabas Bûnaga, perê ku wê jê re dişandin xerç dikirin.

Hedadî got ku wê pere dane kurê xwe -- yê qedexe bû ku ji Ferensayê derkeve -- daku bi balefirê here Cezairê ji bo ligel bavê xwe Mijdara 2015an biqedîne.

Wê got ku wê desthilatdarî agadar kiribûn ku kurê wê hate radîkalkirin dema ew ji ber tawanên muxediratan hatibû girtin.

Hedadî hat sûcdarkirin ji ber wê pasporta kurê xwe ji ber desthilatdariyan veşart.

Wê got ku wê 2,800 euro (3,300$) jê re şandin piştî ew hat talankirin dema wî li Malîzyayê rêwîtî dikir.

Dozgeran got ku ew ji Malîzyayê çû Sûriyê û ew lê tevlî DAIŞ bû.

Di Tebaxa 206an de, Hedadî axaftineke telefonê wergirt û ew bi mirina kurê wê xeberdar kir.

Parêzerê Hedadî got ku ew dê hukim ji nû ve dest pê bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500