Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jiyan reş û kurt e ji çekdarên DAIŞ ên ciwan re

Xalid Ta'î

Çekdarên zarok di "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ên ku bi navê 'eşbalên xilafetê' tên naskirin di wêneyeke ku li ser malperên medyaya civakî yên tundrew hat weşandin hatin dîtin.

Çekdarên zarok di "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ên ku bi navê 'eşbalên xilafetê' tên naskirin di wêneyeke ku li ser malperên medyaya civakî yên tundrew hat weşandin hatin dîtin.

Bêtir ji du salan, Ebû Welîd tu nûçe li ser kurê xwe Ehmed ê ku temenê wî pazdeh sal in û tevlî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bûye nebihîstine.

Ebû Welîd, ê ji me xwest ku kod navekî bikar bîne, bêdilê xwe li ser kurê xwe diaxivî, dibêje ku piştî wê biryarê ew jê bêrî ye, biryara ku şok bû ji hemû malbatê re.

Kurê wî "weke hemû şagirdên normal ên dibistanan" bû, wî ji Diyaruna re got. Lê piştî mehekê yan du mehan ku DAIŞ girte ser Remadîyê "ew ji malê revî".

"Piştî me lê pirsî, me nas kir ku ew tevlî refên DAIŞ bûye, û ji wî çaxê ve me tu tişt li ser wî nebihîstiye," wî got.

"Aiha çarenûsa wî ji min re ne girîng e. Ew li ba min miriye, heta eger ew hîn sax be jî. Ji ber ku wî rêya terorîzmê hilbijart, ez jê bêrî me."

Ebû Welîd DAIŞ sûcdar kir ku wê mejîyê kurê wî, li gel gelek xortên din, bi sloganên şaş û ramanên olî yên tund şûştiye.

"Ew ne kurê min e, Ebû Welîd got. "Ew kesayeteke din e. Ew terorîst e"

Gelek rêbazên tecnîdkirinê

DAIŞ gelek rêbaz ji bo tecnîdkirina çekdaran di refê xwe de bikar anîne, bi taybet zarok û yên nûgihayî, yên bi navê "eşbal" yan "leşkerên" xilafetê tên naskirin.

Di destpêkê de, rêxistinê xelk han dan daku tevlî wan bibin di rêya sloganên ku wê angaşt dikir ku wê hewl dida "dewleta dadmendîyê li ser bingeha şerîetê" ava bike, berdevkê Komîteya Mafên Mirov a Iraqî, Elî Beyatî ji Diyaruna re got.

"Gelek, bi taybet kesên ciwan, amade bûn ku van derewan qebûl bikin û weke rastîyan bi wan re bidin û bistînin." wî got. "Raman di mejîyên wan de hatin çandin ku ew dibînin erkê wan e vê dewleta angaştî ava bikin û heta mirinê berevanîya wê bikin."

"DAIŞ angaşt ku ew hat ji bo piştgirîya kesên Sinî li Iraqê bike û wan biparêze li dijî ya jê re tê gotin çewsandina li ser destên Şîa" wî got, wê ev yek tenê weke propaganda rave kir daku piştgirîya xelkê wergire.

Piştî ku Iraqî bi ser vê yekê ve bûn, bi taybet dema ku rêxistinê weke hev êrîşî Sine û Şîa û kêm netewên din dikir, wî got, DAIŞ tektîkên xwe guhertin, wê dest pê kir malbatan ditirsîne daku zarokên xwe bidin dest wan.

Gelek endamên DAIŞê, piranîya wan ên nûhatî bûn, di şerên rizgarkirinê ên dawî de, xwe dane dest hêzên Iraqî , wî got, wan angaşt kir ku rêxistinê, di bin gefa kuştinê de, zor li wan kir ku tevlî wan bibin.

Beyatî not kir ku tecnîda bi zorê delîlekî din ê hovîtîya rêxistinê ye û paşguhkirina wê ji çarenûsa gel re ye.

Zorê li ciwanan dikin daku şer bikin

DAIŞ "Bi zora çekan , ji her malekê zarokek yan xortek dibir", endamê encumena parêzgeha Enbarê, Neîm Kûd ji Diyaruna re got. "Semyanê malbatê yê ku emirên wan red dikirin xwe û malbata xwe dixistin xetera mirinê de "

Rêxistinê tecnîda neçarferz kir li çend deverên ku li jêr kontrola wê li Iraqê mane daku xisaretên xwe yên giran di qada şer de û reva gelek çekdarên xwe ber bi deverin nenaskirî ve.

Kûd got ew bawer dike ku rêxistin bi ser ket daku gelek ciwanan bixapîne û ji rêyê bibe, û wan bike hovên dirinde ku ew heta henaseya dawî jî ji DAIŞ re dilsoz bin.

Ew kesên ku hînî îdîolojîya rêxistinê bûne, ew jêdera hêzê ya sereke ne, wî got, ew xeternaktir in ji wan kesên ku bi zorê ya ji ber berjewendîyên xweyî rahiştin çekan.

Çend çekdarên DAIŞê yên nûhatî gotin ew poşman in piştî ew hatin girtin dema wan şer dikir daku erdên li jêr kontrola DAIŞê li herêma Ferata Jorîn di bin destên xwe de bihêlin, Liwayê Êlên Ferata Jorîn, Şêx Mihemed Hemed Dilêmî got.

Wan angaşt ku ew hatine xapandin û DAIŞ ew ji rêyê birin, wî got,"lê aniha ew di rewşekê de ne ku poşmanî tu sûdê nade. Dadwerî dê hukim li wan bibire û biryara çarenûsa wan bide".

Piranîya xelkên li rojavayê Enbarê red kirin ku bi ya emirên DAIŞ bikin, Dilêmî got, wî not kir ku tevî tirsandina ew li wir reftar dike, rêxistin bin ket û nikarîbû ciwan û mêran bi zorê tecnîd bike.

Niştecîyên li wan deveran dorpêçkirî bi awayaekî tam hişyar bûn ji xwezaya rast ya DAIŞ re, wî got, rastîya ku wê tenê mirin, wêrankirin û çewsandin ji wan re anî.

"DAIŞ di qonaxa mirinê de ye, û mirina wê dê ne dereng be," wî an ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500