Nûçeyên Iraqê

Bêtir ji 200,000 malbatan vedigerin Nînewayê

Pêleke berdewam ji malbatan vegeriyane parêzgeha Nînewayê di van hefteyên dawî de, hikûmeta Iraqî roja Duşemê (24ê Tîrmehê) got.

Bêtir ji 200,000 malbatan bi dilxwazî vegeriyane malên xwe li rojhilatê Mûsilê û Deşta Nînewayê, sekreteriya hikûmetê Mehdî Elaq di daxuyaniyekê de got.

Malbatin din vegeriyane rojavayê Mûsilê, ya ku ziyanin dijwar di şer de gihabûnê daku wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rizgar bikin, daxuyaniyê got, lê hin malbatên din ji pêşî ve, ji malên xwe derneketin.

"Aniha ji hikûmeta Iraqî tê xwestin ku jîngeheke ewle û xizmetên sereke dabîn bike daku welatiyan han bide ku vegerin cihên xwe," wê got. "Ev faktorê sereke ji vegera wan re ne."

Kar li rojavayê Mûsilê berdewam e weke beşekî ji plana lezgîn a ku 100 rojan berdewam dike daku berhengariyên lezgîn weke rakirina gemarê û çêkirina binesaziyên xizmeta giştî çareser bikin daku xizmetên sereke nû werin avakirin û niştecî karibin vegerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500