Nûçeyên Iraqê

70% ji bêwarên Enbar û Selahedînê vedigerin malên xwe

Piraniya nişteciyên bêwar ji bajarên rizgarkirî li parêzgeha Enbar û Selahedîn vegeriyane malên xwe, Sekreteriya hikûmeta Iraqî îro Duşemê (17ê Tîrmehê) got.

"Bêtir ji 70% ji kesên bêwar vegeriiyane bajarokên xwe li Remadî û Selahedînê" piştî ku ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûne rizgarkirin, sekreteriyê di daxuyaniyekê de got.

"Hikûmetê biryar daye ku dê di demeke nêzîk de vegera hemû bêwaran hêsan bike heta ku jê were," wê got.

Hikûmeta Iraqî dilxwaz e ku hemû xizmetên sereke dabîn bike, di nav de elektrîk, av, tenduristî û perwerde, daku malbatên bêwar han bide ku zû vegerin bajarok û gundên xwe, Sekreterê Giştî Mehdî Elaq got.

Vegerandina bêwaran bi hevahengiya bi Wezareta Koç û Koçberan re tê bicihkirin, hêzên ewlekariyê û hin ajansên hikûmetê yên têkildar gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500