Nûçeyên Iraqê

Şirovekar: DAIŞ 60% ji erdê, 80% ji dahatê ji dest daye

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bêtirî 60% ji erdê di destê xwe de û 80% ji dahata xwe ji dest dane, kompanyayeke şiroveyan roja Pêncşemê (29ê Hezîranê) got.

Di Kanûna Yekema 2015an de, DAIŞ nêzîkî 90,800 kîlometrên ducar kontrol kirin, lê vê mehê, ev hejmar bo 36,200 kêm bû, IHS Markit got.

Ketina herî mezin di şeş mehên destpêkê yên îsal de bû, dema DAIŞ nêzîkî 24,000 kîlometrên ducar ji erdê ji dest da.

"Piştî sê salan ji ragihandina 'xîlafetê', hatiye piştrastkirin ku projeya hukumraniya rêxsitinê rastî şikestinê hat," Kolumb Strack, şirovekarê bilind ê Rojhilata Navîn li IHS Markit, got.

Dibe ku beşên mayî ji "xîlafetê" heta dawiya salê nemînin, IHS got, anî ziman ku ev daketin ziyan gihande karîna DAIŞ li ser bidestxistina dahatê ji berhemanîna petrolê, qaçaxî, bacstandinê, destdanîn ser milkan û tiştên din.

IHS got ku dahata mehane ya DAIŞ bi qasî 80% daketiye, ji 81$ milyonan di çareka duyemîn ji 2015an bo tenê 16$ milyonan di çareka duyemîn a 2017an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500