"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) nêzîkî çareka erdê ku li Iraq û Sûriyê di destê wê de bûn sala borî ji dest da, li gorî raporteke ku roja Pêncşemê (19ê Kanûna Duyem) ji aliyê dezgeha lêkolînan a IHS Markit hat belavkirin.
Li gorî raportê, "xîlafeta" ya ku DAIŞ ji xwe re ragihandibû ji 78,000 bo 64,400 kîlometrên ducar navbera destpêka Kanûna Duyem a 2016an û dawiya wê salê de kêm bû, AFP ragihand.
"DAIŞ rastî jidestdanên erdê yên bêmînak di 2016an de hat, di nav de deverên sereke û jiyanî ji bo projeya desthilata girûpê," Columb Strack, serokê beşê Çavdêriya Krîzan a IHS got.
Amarên sala borî kêmbûna erdê di destê DAIŞ de bêtir nîşan dide, ku grûpa lêkolînê got ku ji 90,800 bo 78,000 kîlometrên ducar di 2015an de kêm bû.